Kurmanji infotext

Heger tu yan jî xizmekî te yê nêzîk di qezayeke trafîkê de zirar dîtibe, hingê Trafikskadenämnden (Encumena Zirarên Trafîkê) dikare tezmînata şirketa sîgorta we ya zirarê binirxîne, muhakeme bike. Serlêdan û birêvebirina dozê li vê encumenê bi zimanê swêdî pêk tê. Nirxandina dozê bêpere ye. Dîtin û lênerîna Trafikskadenämnden’ê ji şîrketa sîgorteyê re şîret e.

Tezmînata zirara kesane dikare her weha ji bo seqetiya bijîjkî, windakirina dahat û lêçûn were dayin. Trafikskadenämnden jî mijarên wekî hevgirêdan, îptalbûn û ji nû ve vekolînê dinirxîne.

Armanca çalakiyê ew e ku kesê zirardîtî li gor qanûn û pratîka swêdî ya heyî, tezmînateke adil û wekhev werbigire. Ev bêyî ku kîjan şîrketa sîgorteyê serlêdana zirarê dinirxîne yan dravê dide.

Ragihandinên mijarên mecbûrî

Ragihandinên bo dozên çareserkirina nakokiyan

Trafikskadenämnden du celeb dozan diceribîne; dozên mecbûrî û dozên çareserkirina nakokiyan. Tu dikarî li vê belgeya agahdariyê li ser mijarên mecbûrî û mijarên çareserkirina nakokiyan û nirxandin çawa tê kirin ve girêdayî vê belgeya me ya agehiyê bixwînî.

 

Agehiyên pêwendiyê:

Telefon: 08-522 787 00